Hefteyek e kujerê Meryem Sevîm nehatiye girtin

19-11-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Hefteyek e kujerê Meryem Sevîm nehatiye girtin
Hefteyek e kujerê Meryem Sevîm nehatiye girtin
Nîşan Meryem Sevîm
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê keçeke 21 salî ji aliyê hezkiriyê xwe yê berê ve bi 9 guleyan hate kuştin. Li gorî ku malbata keçikê dibêje ji ber ku keça wan daxwaza zewacê qebûl nekiriye, kujer ji keça wan re gotiye ew vê delaliya wê li vê cîhanê nahêle û li ber çavên gelek kesan ew li kafeyekê kuştiye lê ev hefteyek e kujer hîn jî nehatiye girtin.

Keça 21 salî ya navê wê Meryem Sevîm ku di nava malbatê de navê wê Hêlîn hezkiriyê wê yê berê Mûsa Sevîm li Taxa Medyayê ya Amedê, li ser kolana 75 metrî di kafeyekê de li ber çavên gelek kesan bi 9 guleyan ew kuşt.

Dayika Meryemê Mihbet Sevîm got, “Qîzik tirsandibû. Tirsa xwe kiribû ser qîzikê. Çendekî berê qîzik tehdît kiribû. Diçe kafeyê, dibêje tu min digrî? Qîzik dibêje na. Dibêje ez vê xweşikbûna te li dinyayê nahêlim.”

Malbata Meryemê heyirî maye ku kujer ev hefteyek e nehatiye girtin. Ji ber ku li hemû kuçe û kolanan kamerayên mobeseyan û kargehan hene. Ew dixwazin kujer demildest bê girtin.

Xwîşka Meryem Sevîmê Hulya Kuru got, “Ev bû hefteyek? Tam hefteyek e ya. Çi bû nayê girtin? Hîn pir Meryem dê bêne kuştin. Eger dewlet dest nede ser vî karî hîn pir jin dê bêne kuştin.”

Xwîşka Meryem Sevîmê Rozerîn Sevîm anî ziman, “Li her derê kamera hene. Çima nabînin? Çima dewlet destê xwe nadê? Ji ber ku em Kurmanc in? Ji ber ku li Amedê çêbûye kes dengê xwe nake? Bila qatil bibînin.”

Li gorî agahiyan polîsan piştî vê kuştinê operasyoneke destereskirinê da destpêkirin û hin kesan derxist pêşberî dadgehê.

Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê niha parêzeriya malbata Meryem Sevîmê dike. Li gorî îdiaya parêzeran kujer Mûsa Sevîm îtirafkarekî PKKê ye. Ew dixwazin beriya ku kujer bireve derveyî welêt bê girtin.

Parêzera Malbata Meryem Sevîmê Asya Cemre Işik got, “Dema em çûn serxweşiya malbatê gotin kujer îtirafkar e. Paşê me bi asayîşê re hevdîtin kir û me ev agahî piştrast kir ku kujer îtirafkar e. Aliyekî wiha yê vê bûyerê jî heye.”

Dadgeha Amedê bi hinceta ku kujer ku niha firar e û ji dosyayê sûd wernegire biryara nepenîbûnê daniye ser dosyayê. Ji ber vê yekê ne parêzer û ne jî malbat nikarin xwe bigihînin naveroka vê dosyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst