Kerkûk: Di êrîşekê de 4 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorê nahyeya Qerehencîrê yê parêzgeha Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê di encama êrîşeke DAIŞê de 4 leşkerên Iraqê hatin kuştin.

Berdevkê Polîsê Qerehencîrê Amir Nûrî îro Şemiyê ji Rûdawê re ragihand, danê sibê di encama êrîşa çekdarên DAIŞê yên li ser baregeha artêşa Iraqê li dawîn xala sînorî ya di navbera artêş û hêza Pêşmerge li navçeya Qerehencîrê, 4 leşkerên Iraqê hatin kuştin.

Piştî êrîşê, Fermandeyê Fermandeya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ya Kerkûkê Elî Frecî hat cihê bûyerê û ji bo dîtina çekdarên DAIŞê dest bi lêgerînê kir.

Roja 18ê Mijdara 2022an Wezareta Navxwe ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, polîsên federal li devera Geliyê Şayê ya parêzgeha Kerkûkê, binkeyeke çekdarên DAIŞê dîtine.

Li gorî daxuyaniyê, ji bilî teqemeniyên çêkirî, cihên razanê yên 15 çekdaran, telefon, pêdiviyên pizîşkî, amûrên kolandinê û xwarin di binkeyê de hatin dîtin.

Geliyê Şayê geliyek berfireh e ku dikeve başûrê parêzgeha Kerkûkê.

Roja Pêncşemê 17ê Mijdara 2022an, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî di Konferansa Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn de li Zankoya Amerîkî Kurdistanê li Duhokê hişyarî li ser bihêzbûna DAIŞê da û got, “Dibe ku teror bi cil û bergekî nû vegere. Rengekî cuda, bi rê û mekanîzmayeke ku li derveyî hêviyê ye.”

Di sala 2021an de, DAIŞê 257 êrîş li seranserî Iraqê pêk aniye, di nav wan de êrîşên xwekujî, xalên kontrolê, revandin û êrîşên mûşekî, di encamê de 387 kes kuştine û 518 kesên din jî birîndar kirine û 37 kesên jî revandine.