Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser got di vê sala 2022 de de heta niha, şaredariyên navçeyên bajar û bajarokên wê bi gelek projeyên xizmetguzariyê rabûne, wan gelek rê û pir çêkirine û çak kirine.
Projeya herî mezin otostrada sereke ya navberan Qamişlo û Dêrikê bû, dirêjiya wê rêyê 100 kîlometre ye û rêyeke stratejîk e, Qamişlo digihîne Başûrê Kurdistanê. Ew rêya herî qerebalix e.
Dêrik, Girkê Legê, Tirbespî, Çil Axa û Qamişlo bi hev girê dide, herweha rêya 500 gundên wê navçeyê ye.
Herweha bi dirêjiya 23 km û panahiya 7 metreyan, projeya rêya navbera bajarê Amûdê û nahiyeya Sinceqa Hecî Seidûn û Rêya Navdewletî ya M-4 cîbicî kir.
Li bajarê Hesekê, projeya çakirina rêya Çarêya Ezîziyê – Pira Beyrûtî, di navbera Navçeya Pîşesaziyê û Taxa Xiwêran de, bi dirêjiya 1 km û panahiya 28 metreyan, ji wê dûsaydê re. Her wiha amadekarî ji bo çakirin û amadekirina rêya navendî tê kirin, ji bo li ser navenda bajar bê sivikirin. Wê li ser rêya Girê Xiwêran kar bê kirin. Şaredariya Hesekê, li taxên başûrê wî bajarî jî, xetên avrêjê çak kirin.
Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê li Cizîrê projeya ziftkirina kolanên taxên başûrê bajarê Hesekê xiste warê cîbicîkirinê û heta niha 60% ji wê projeyê hatiye temamkirin, bi awayekî ku nişteciyên wan taxan sûdê jê bibînin.
Herweha îsal hejmareke kolanên Qamişlo jî hatin zifitkirin, Serokê Ofîsa lêkolînan li şaredariya Qamişlo Hesen Hisên gotibû wan îsal 168 hezar dolar ji bo ziftkirina taxên Qamişlo veqetandine.
Li Kobanî, piraniya rêyên Kobanî ji ber şerê li dijî DAIŞê wêran bûne, gelek rê nehatine nûjen kirin.
Di sala 2022an de, Şaredariyên Kobanî û navçeyên wê hejmarek rê zifit kirine û hejmareke rêyên din jî di pilanê de ne zifit bike.
Li Taxa Şehîd Serhed ya Kobanî 16 cade tên qîrkirin ew nêzîkî 7 hezar mitre çargoşe, ku yek ji mezintirîn projeyên îsal yên Rêveberiya Xweser in li wê herêmê.
Herweha li nahiyeyên Şêran, Til Xezal, Çelebiye û Taşlok bi dirêjahiya 26 K.M rê hatine qîrkirin, paniya wan 6 metre ne.
Hevserokê Komîteya Şaredariyan li Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê li Kobanî Hecî Ehmed gotibû, ew dixwazin heta dawiya îsal 55 K.M rê li herêma Kobanî qîr bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse