Fermandarê Amerîkî bi zimanê Kurdî pîrozbahî li asayişa Rojavayê Kurdistanê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qamişlo, fermandarekî hêzên Amerîkî bi zimanê Kurdî pîrozbahiyê li hêzeke li dijî terorê (HAT) kir.

Li Akademiya Şehîd Rojhat dewreya perwerdê ya hêzên HAT bi navê Ş. Ceger ku 15 Gulanê dest pê kiribû bi dawî bû. Şandeyek ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî merasîmê bûn.

Fermandarekî Hêzên Taybet ên Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de General Jeff Dennis bi zimanê Kurdî derçûyên xûleke rahênanê ya hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser pîroz kir.

Di merasîma derçûnê ku li gundê Hîmo li rojavayê bajarê Qamişlo birêve çû, Jeff Dennis  pîrozbahî bi zimanê kurdî kir û serkeftin ji wan re xwest.

Generalê Amerîkî pesna zîrekiya hêzên li dijî terorê da û got: “Roj baş hevalno, em memnûnim ku we îro derfet daye min ku ez biaxivim. Navê min Jeff Dennis e, ez komutanê hêza taybet a Amerîkî li Hîmoyê me. Em bi serkevtina we serbilind in. We perwerdeyeke zehmet derbas kir ku heta hûn gihîştin vê astê. Ezm pîrozbahiyê li we dikin û serkftinê ji we re dixwazin.”