Li Mêrdînê bûyera trafîkê: Bav û kur canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, otombîlekê li barhilgirekê da û bav û kurê di otombîlê de canê xwe ji desta dan.

Li Qoserê otombîla şofêrê wê Servîç Aydin, li ser rêya Qoser-Nisêbînê li barhilgireke ku li tenişt rê rawestiyabû da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihên bûyerê hatin veguhestin. Di kontrola tîmên tendirustiyê de hat tespîtkirin Servîç Aydin û kurê wî Şêxmûs Aydin canê xwe ji dest dane.

Termê her duyan bo otopsiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatin veguhestin.