Duyem karwana tovê genim ê Amerîkayê gihîşt Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Duyem kerwana tovê genim yê Amerîkayê gihîşt Rojavayê Kurdistanê. Tevî ku tenê 11 roj ji meha 11an mane, lê hîn piraniya cotkarên Rojavayê Kurdistanê zeviyên xew yên genim û ceh neçandine, û heta niha gelek cotkar bê tov in.

Heta dawiya vê mehê û li gor pîvanên çandiniyê divê cotkar tov bavêjin zeviyên xwe û li benda baranê bin, lê hîna hejmareke mezin ji cotkaran, xwe amade nekirine.

Cotkarekî 75 salî ku piraniya temenê xwe di çandiniyê de derbas kiriye, dibêje tov biha ye û ew nikare bikire, dibe ku îsal bê mûsim bimîne..

Cotkar Husam Ezîz Dawud got “Erdê min dor 150 donimî heye, me hîn bizir nekeriye ji ber ku pere tune, dor 20 yan 25 cewal lazimin ji me re.”

Ev jî ew tove anku bizir yê ku amerîka şandiye ji cotkarên Rojavayê Kurdistanê re, 2 hezar û 880 Tonin û li ser çend qonaxan ji başûrê kurdistanê derbas dibin, saziya tov ya girêdayî Rêveberiya Xweser, 1800 tonî ji bo herêma Cezîrê veqetandiye û derdora 1000  jî ji bo gundewarê Dêre Zorê re dişîne, heman sazî behsa wan cotkaran dike yên ku mafê wan heya vî tovî werbigrin.

Hevserokê Saziya Tov Mezlûm Hesen dibêje “Cotkarê ku beriya niha girêbest bi me re kirine, ji ber ku avî ne, û  piştre kesê ku heya niha tov wernegirtibe û nav di riya navendên çandiniyê re tên tomar kirin.”

Rêveberiya Xweser di serî de tov dide wan cotkaran yên ku pêşûtir, girêbest bi wan re kiribûn li ser dana tov bi deyîn beramber rakirina mûsim, herwiha dide wan cotkaran jî yên ku navê xwe tomar kirine lê hîn wernegirtine.

Endamê rêveber di saziya tov de Cibêr Qasim ragihand “Ev beşê duyeme dighêje Amudê, berî belavkirinê wê bê pişkinîn kirin, beşê yekem li Dêrikê, til koçer, til hemîs û til birak hate belav kirin, niha jî li Amudê.”

Herî kêm ji bo tevahiya cotkarên Bakûr Rojhilatî Sûriyê û li gor amarên desteya çandiniyê pêwistî bi 100 hezar tonî heye, û tovê ku Amerîka şandiye tenê têra 10 ji sedî dike her donimek zefî jî bi hewceta ji 30 heya 32 kîlo tov heye.