Li 13 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyê ji ber operasyonên li dijî PKKê li 13 gundên parêzgeha Bedlîs a Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve ragihand.

Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê , ji roja18ê Mijdara 2021ê ve bi hinceta operasyonên dijî PKKê li 13 gund û gomên girêdayî van gundan heta fermaneke duyemîn qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Parêzgariya Bedlîsê derbarê qedexeyê de daxuyaniyek belav kir û têde dibêje: “Li gund û gomên Ziyaret, Ardzivik, Kayadag, Karbasti, Dilek, Sarpkaya, Kaşax, Taşlidere, Ocakbaşi, Urus, Sivrice, Misî û Gindzu ser bi navçeya Matkî û navenda parêzgeha Bedlîsê  ji ber operasyonên dijî PKKê bi armanca ewlekariya can û male gel ji 18ê Mijdara 2021ê demjimêr 17:00an heta fermaneke duyemîn qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.”

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin û ev demeke dirêje li gelek parêzgehan qedexeya xwepêşandan û çalakiyan jî tê dirêjkirin.