Hevserokê KNKê: Şerê navbera Kurdan xwe bi xwe plana dijmin e

19-11-2020
RÛDAW
Hevserokê KNK, Ahmet Karamus îro Pêncşemî 119ê Mijdara 2020 li Silêmaniyê serdana Tevgera Goranê kir. Wêne: Rûdaw TV
Hevserokê KNK, Ahmet Karamus îro Pêncşemî 119ê Mijdara 2020 li Silêmaniyê serdana Tevgera Goranê kir. Wêne: Rûdaw TV
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi serokatiya hevserokê KNKê Ahmet Karamus îro li bajarê Silêmaniyê serdana Tevgera Goranê kir û ji aliyê berpirsên tevgerê ve hat pêşwazkirin. Hevserokê KNKê ragihand, ew hewl didin pirsgirêkên navbera aliyên Kurdî bi diyalogê bên çareserkirin, ji ber ku şer dê deskeftên Kurdan ji nav bibe û tekez kir, 21ê Mijdarê dê konferanseke online bi armanca rêgirtina ji şer û aloziyên navbera aliyên Kurdî de bê lidarxistin.

Herdu aliyan di civînekê de behsa aloziyên wê dawiyê yên navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kirin û daxwaz kirin, ku pirsgirêkên navbera wan bi gotûbêjê bêne çareserkirin.

Di daxuyaniyekê de bo medyayê de, Hevserokê KNKê Ahmet Karamus ragihand, divê aliyên Kurdî yekrêziya xwe biparêzin û rê nedin ku alozî û şer di navbera wan de derkeve.

Ahmet Karamus diyar kir, ew daxwaz dikin pirsgirêk bi gotûbêj û diyalog bên çareserkirin û bi ti awayî behsa bijardeya şer neyê kirin. Karamus got, “şerê Kurd xwe bi xwe plana dijmin e û nabe rê bi wê yekê bê dayîn.”

Bi gotina Hevserokê KNKê, şerê navxweyî dê destkeftên Kurdan ji nav bibe û tekez kir, divê hewldaneke hevpar hebe ji bo rêgirtin ji çêbûna şer.

Ahmet Karamus tekez kir: “Pêwîst e em pêşî li vê aloziyê bigirin, şer nebe. Eger hat şer di nava terefan de rû bide, dê destkeftiyên Kurd bi carekê têk biçin. Ji ber wê sedemê, em weke Kongreya Netewî ya Kurdistanê bangewazî li her alî, li her partî û rêxistinên siyasî, civakî û kesatiyan dikin, ku bi erk û berpirsyariya xwe ya neteweyî tevbigerin. Derfet û rêya diyalogê bi hev re pêk bînin.”

Hevserokê KNKê herwiha destnîşan kir, roja 21ê vê mehê li ser heman mijarê konferanseke online li ser asta çar parçeyê Kurdistanê tê lidarxistin, ku têde sazî û kesatiyên akademî û rewşenbîr beşdar dibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst