Corona dibe sedema zêdebûna rêjeya nexweşên derûnî

19-11-2020
Abdulselam Akinci
Tesîra ku Coronayê li ser civakê hiştiye jî gotinên pisporan piştrast dike
Tesîra ku Coronayê li ser civakê hiştiye jî gotinên pisporan piştrast dike
Nîşan Covid-19 Corona Amed Nexweşên Derûnî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Ji destpêka Coronayê heta vê demê rêjeya nexweşên derûniyê gelek zêde bûye.  Her çend e,  di vî demê de zêdetir nexweşî Corona be jî piştî ku Corona xilas be jî kavilek mezin yê li pey Coronayê bimîne.  Derûnnas bang li gel û pisporan dikin û dibêjin ji bo derûniya xwe jî teqes serî li pisporan bidin.  

Şewba Coronayê lîteratorek nû li ser ziman ava kir.  Pandemî,  fîlyasyon,  karantina,  entube,  vayros,  covîd,  semptom,  asemptom û îzolasyon çend têgehên ku ji ferhenga Coronayê ne,  rojane bi dehan caran em van têgehan bikar tînin.

Van têgehên ku bi xwe re nexweşiyek giran, şewb,  mirin, mesafeya fîzîkî û ji hevdûrketînê bibîr tînin li ser derûniya civakê jî tesîrek neyînî dihêlin.  Lewra di vê heyamê de gelek kes ji ber bêxewî,  qisawet û tirs û xofê serî li derûnnasan didin.

Ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê Psîkiyatrîst Abdullah Atli dibêje, “Ji Adarê û vir ve min tesbît kiriye ji ber Coronayê tirs ketiye nav gel.  Girêdayî Coronayê jî pîsîkiyatrîst pir muhîm e.  însanên ku derûniya wan ne baş be Corona tesîrek xiraptir dike.  Tişta muhîm ev e. Ew kesên ku nexweşiyên wek depresyon, wek evham derbas kiribin piştî Corona bêhtir xira dibin.  Nexweşî wan li wan giran dibe.  Divê teqes di rewşek wisa de herin doktor, nexwe derûniya wan dê xirabtir bibe. ”

Şewba Coronayê, ji tendirustiya mirovan, heta aboriya cîhanê, ji têkiliyên civakî heta pêvendiyên navneteweyî,  ji şêweya xwarin û vexwarinê heta pratîkên jiyana rojane gelek hînbûyînên bi sedan salan serobinkir. Lê bele weke şewbên bere Coronayê jî rojek dê bi dawî bibe.

Psîkolog Duygu Berakatoglu dibêje, “Mirovahiyê di dîroka xwe de gelek nexweşiyên bi vî rengê derbas kiriye û bê guman ev şewb bi awayek bi dawî bûne. Corona jî dê xilas be. Lê kesên ku niha nexweşiyên wan yên psîkolojîk hene Covid dê bandorak neyînî li ser wan bihêle. Di vê heyamê de divê mirov bixwe bi nêrînek aram li jiyanê binêrin. Divê bi çavek din nêzîkî jiyanê bibin. Divê jiyana xwe ya rojane bi nêrînek erênî bidomînin.”  

Tesîra ku Coronayê li ser civakê hiştiye jî gotinên pisporan piştrast dike.

Karkerê bi navê Mahmud Zeren dibje, “Welleh beriya Corona em baş bûn lê em niha ne baş in.”

Şîfa Balta, kevanê, dibêje, “Çend merivên min jî ji nexweşiyê mir in. Eî ez jî ji gurçikên xwe emeliyat bûm, ez ji qelbê xwe anjiyo bûm. Ez jî  pir ditirsim.”

Ezîz Alkan, karker, diyar dike, “Tirs di dilê me de heye em dibêjin hevalên me bi vê nexweşiyê ketin bila em pê nekevin. Bê guman ew psîkolojiya me heye.”

Harûn Karataû, karker dibêje, “Çare tune ye, çare hey Xweda ye.”

Ayşe Aliç, kevanî, dibêje, “Krîz çê bûye tişt biha bûne, tişt nayên sitendinê. Pere di nava millet de tune.”

Adnan Yilmaz, karker, diyar dike, “Gelek zehmet e.”  

Tê pêşbînîkirin bikarînîna vaksînan di bihara 2021î de Coronayê hêdî hêdî ji jiyanê vekişe. Lê wisa xuya ye ku dê Corona li pey xwe kavilek mezin bihêle.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst