Galeriya wêneyan

19-11-2020
20 Photos
Bilind T. Abdullah

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê îro, 19.11.2020, bi merasîmekê cenazeyê Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî li Goristana Şêx Ehmed bi xakê hat spartin.

Vê sibehê demijmêr 07:00 cezaneyê Dr. Firest Sofî ji morga nexweşxaneya Memorial a Enqerê hat derxistin û ber bi balafiexaneya Esen Boga ya Enqerê ve hat birêkirin û derdora demjimêr 09:30 jî ji wir ve bo Hewlêrê hat vegerandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî,  Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, tevî kur û keçên Firset Sofî û malbata wî û çendîn berpirsên din ên Herêma Kurdistanê û nûnerên welatan di wê merasîmê de amade bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasima pêşwazîkirina li termê Dr. Firset Sofî de gotarek pêşkêş kir û ragihand, Dr. Firset Sofî bi tevlîbûna wî li gel xem û êşên xelkê, bi karkirina ji bo nehiştina kêmasiyan, ji aliyê xelkê ve hezkirî bû û da xuyakirin, “navê Dr. Firset Sofî dê hertim bi jêhatîbûn û dilsoziya wî di bîreweriya me û xelkê Kurdistanê û Hewlêrê de zindî bimîne.”

Nêçîrvan Barzanî got, “Dr. Firset Sofî evqas ketibû di dilê xelkê de ku gelek kesan, ew weke stêrkek ji stêrkên esmanê Hewlêrê bi nav kirin.”

Wêne: Bilind Tahîr - Rûdaw