Zekeriya Yapicioglu: Roj roja yekîtiya Kurdan e

19-11-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Zekeriya Yapicioglu dibêje şaşiya li Efrînê dubare bibe xeter e
Zekeriya Yapicioglu dibêje şaşiya li Efrînê dubare bibe xeter e
Nîşan Rojavayê Kurdistanê HUDA-PAR Zekeriya Yapicioglu Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wekîlê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) li Bakurê Kurdistanê, Zekerya Yapicioglu ragihand ku eger niha Tirkiyê herêmên li Rojavayê Kurdistanê weke Efrînê radestî çekdarên opozisyona Sûriyê bike rewş dê xirabtir bibe. Yapicioglu herwiha rexne li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê girt û got ku wê rê li ber partiyên din ên Kurdan girtine û desthilatekî yekalî pêk aniye.

Wekîlê Serokê Giştî yê partiya HUDA-PARê Zekerya Yapicioglu di birgeya Taştê ya bernameya Nûrojî Dostan a Rûdawê de behsa Rojavayê Kurdistanê û ezmûna 8 salan a li wê navçeyê kir.

Derbarê têketina artêşa Tirkiyê di nav axa Rojavayê Kurdistanê de Zekeriya Yapicioglu got: “Hikûmeta Tirkiyê digot armanca me tenê YPG bi çekên xwe ji sînorê me dûr bikeve û metirsî li ser sînorê me nemîne û paşê kî li wê derê bicih dibe ji me re negirîng e. Hikûmet vê yekê dibêje, lê çi di dilê wan de heye em nizanin. Ev hêvî dikim wisa be.”

Zekerya Yapicioglu diyar kir, ku ji roja yekê ve li Rojavayê Kurdistanê desthilata PYDê hebûye û got, ew yek jî di çarçoveya rêkeftina li gel hikûmeta Şamê de bûye.

Yapicioglu anî ziman, ku di sala 2011an de bêyî şer PYD li wê navçeyê bicîh bû, niha jî bêyî şer hêzên hikûmeta Sûriyê vedigerin wê navçeyê û got, ev yek jî nîşan dide ku ji berê ve rêkeftinek di navbera herdu aliyan de hebûye û desthilata li wê navçeyê jî desthilatekî yekalî bûye, ne desthilata Kurdan.

Wekîlê Serokê Giştî yê partiya HUDA-PARê rexne li kiryarên PYD girt û got: “Peywendiyên me ligel Kurdên Kurdistana Sûriyê hene, ew her çend li ber kamereyan nebêjin jî beşeke ji wan keyfxweş in ku ji zilma PYD rizgar bibin, lê ne weke Efrînê.”

Yapicioglu amaje kir ku piştî kontrola bajarê Efrînê ket di opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê de zilm  li xelkê herêmê kir û got: “Eger Tirkiye niha dîsa şaşiya xwe ya li Efrînê dubare bike û wan herêman radestî Artêşa Niştimanî ya Sûriyê bike, dibe halê me Kurdan xirabtir bibe.”

Derbarê siyaseta giştî ya Kurdan de jî Yapicioglu dibêje: “Divê Kurd yek bin, dema ku Kurdan yekîtiya xwe pêk anî herkes dê rêzê ji wan werbigre. Cudabûn di nav tevgerên Kurdan de hene, hinek dibêjin em liberal in, hinek dibêjin me demokrat in û hinek dibêjin em îslamî ne. Lê divê ev ne wateya ku Kurdan ji hev cuda difikirin xwîn hev birijînin.”

Êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê weke operasyoneke li dijî PKKê bi nav kir û got ew êriş “operasyon” ne li dijî Kurdan pêk hateye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst