Hêzên ser bi Tirkiyê ve hewl didin rêya Qamişlo-Til Temir kontrol bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên gitrêdayî Tirkiyê hewl didin li bakurê rojhilatê bajarê Til Temirê xwe nêzîkî riya Qamişlo-Til Temir bikin û wê rêyê kontrol bikin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, grûpên çekdar û bi piştevaniya artêşa Tirkiyê nêzîkî gundê Qeşmet Zirkan bûne ku 5 kîlometreyan li bakurê rojhilatê Til Temir dikeve.

Ji aliyekî din ve, ajansa SANA ya fermî ya hikûmeta Sûriyê ragihandiye ku hêzên artêşa Sûriyê li 4 xalên nû li gundewarên Til Temir cih girtine.

Li gor ajansa navborî, hêzên hikûmeta Sûriyê li 4 xalên gundewarên rojavayê Til Temir cih girtine ku di nav de her du gundên Dişêşe û Tewîle hene.

Ji ber topbarana Tirkiyê welatiyek birîndar bû

Artêşa Tirkiyê û grupên çekdar ên girêdayî wê, gundê Hûşan ser bi bajarê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê toparan kirin. Di encama topbaranê de welatiyek birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Li gor medya xwecihî, artêşa Tirkiyê û grupên çekdar ên girêdayî wê, roja Sêşemiyê gundê Hûşan ê ser bi bajarê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê toparan kirin. Di encam de welatiyê bi navê Elaedîn Elhusên birîndar bû.

Hat ragihandin ku kesê birîndar bo nexweşxaneya Eyn Îsayê hatiye veguhestin. Lê ti zanyariyên din nehatine belavkirin ka rewşa kesê birîndar çawa ye.