Cenazeyê keça Kurda Êzidî ku çekdaran li Efrînê kuştibû, spartin axê

19-11-2019
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Efrîn Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Duh Duşemê li gundê Kîmarê ku dikeve başûrê bajarê Efrînê, malbata Nercis (Nêrgiz) Dawûd a Kurd, şîna keça xwe ku li ser destê grûpeke çekdar a ser bi Tirkiyê ve hatiye kuştin, lidar xistin û cenazeyê wê spartin axê.

Bi dengekî xemgîn, dayika kezebşewitî ya 23 salî Nercis Dawûd anku Nêrgiz Dawûd li ser termê keça xwe ku roja Yekşemê 17ê Mijdarê ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Efrînê hatibû kuştin, dilorîne.

Bi amadebûna hejmarek ji xelkê gund û xizmên malbatê, cenazeyên Nercis Dawûd li gundê Kîmarê li pesarê Çiyayê Şêrawa li herêma Çiyayê Kurmênc bi xakê hat spartin.

Malbata Nercis Dawûd yek ji malbatên Kurdên Êzidî ye ku tevî êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên radîkal ji gundê xwe koçber nebûne.

Çavkaniyeke taybet ji navçeyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, grûpên çekdar malbatên Êzidî neçar dikin ku malbateke Ereb a hawirde ligel wan di nav mala wan niştecî bibe. Li gor heman çavkaniyê, ji bilî destdanîna ser mal û milkên malbatên Êzidî, fişarê mezin li wan tên kirin da ku dev ji ola xwe ya Êzidî berdin û misilman bibin.

Roja yekşemê 17ê Mijdarê, Nercis (Nêrgiz) Dawûd keça Kurd a 23 salî ji aliyê grûpeke çekdar ve li nav bajarê Efrînê hatibû kuştin.

Nercis Dawûd Kurda Êzidî bûye û ji gundê Kîmarê bûye ku li Efrînê niştecîh bibû û li wê derê dijiya.

Berî êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê ku di destpêka 2018an de pêk hat, li zanîngehê dixwand lê belê bi sedema derketina şerê li dijî Efrînê nikarûbû xwendina xwe li zanîngehê biqedîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst