Grûpeke çekdar nasname û pereyên Efrîniyan bi zorê ji wan distine

19-11-2017
RÛDAW
A+ A-

Efrîn (Rûdaw) - Hinek çekdar ji herdu bajarên Nubul û Zehra dikevine rêya çûnûhatina welatiyên Efrînê û astengiyan ji wan re derdixin.

 

Çavkaniyekê ji Efrînê ragihand ku ji heftiyekê ve, careke din grûpên çekdar ji herdu bajarên Nubul û Zehra, yên di navbera Efrîn û Helebê de, rêbendan datînin û astengiyan ji welatiyên Efrînên re dirust dikin, bi taybetî kesên ku ji Efrînê diçin Heleb û têne.


Çavkaniya ji Efrînê got ku li ser wan rêbendan nasname û pereyên welatiyên Efrînê bi zorê û di bin gefan de, ji wan têne standin.


Her li gorî vê çavkaniyê heta niha nêzîkî 400 nasname û belgenameyên welatiyên Efrînê ji wan hatine standin û di heftiya borî de jî gelek kes hatin girtin.


Vê çavkaniya ji Efrînê herwiha got ku bi sedan welatiyên Kurd ji Efrînê li ser nasnameyê, li wan rêbendan têne girtin û revandin. Êdî ew daxwaza wê yekê dikin ku çareyek ji vê rewşê re bê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst