Galeriya wêneyan

19-11-2017
18 Photos
Behmen Şahbazî

Sahne (Rûdaw) – Bi sedan kesên peyrewê baweriya Yarsan (Ehlê Heq), roja 18-11-2017ê, li bajarê Sehne ya Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê, di 16emîn salvegera koça dawî de, Seyîd Xelîl Alînejad bi bîr anîn.

 

Seyîd Xelîl Alînejad yek ji stranbêj û serokê ayîna yarsanî bû. Ew di sala 1957ê de li bajarê Sehne ya parêzgeha Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Ji bavê xwe Seyîd Şamûrad Alînejad fêrê jenîna amêrê tenbûrê bû û paşî bû yek ji mezintirîn jenyarê ola Yarsan. Tembûr di ola Yarsan de amêrekî pîroz e.

 

Seyîd Xelîl Alînejad di sala 2001ê de li bajarê Goteborg a Swêdê, di encama êrîşa kesên nenas de jiyana xwe ji dest da.