Nasnameyên 3 gerîlayan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên sê gerîlayên ku li herêma Metîna canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

HPGyê da zanîn ku gerîlayên bi nasnavên Sorxwîn Çiya, Ezda Faraşîn Cûdî û Îlyas Aydin Gul 29ê Tîrmeha 2018an li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya her sê gerîlayan bi vî rengî ne:

Sorxwîn Çiya: Navê wê yê fermî Kader Duman e û ji Qersa Bakurê Kurdistanê ye.

Ezda Faraşîn Cûdî: Navê wê yê fermî Heyhat Turan e û ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.

Îlyas Aydin Gul: Navê wî yê fermî Sabahattîn Tanriverdî ye û li bajarê Stenbolê ji dayîk bûye û bi eslê xwe ji Agiriya Bakurê Kurdistanê ye.

HPGyê eşkere kir ku her sê gerîlayan jî li herêma Metîna ya Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

HPGyê her wiha destnîşan kir ku Sorxwîn Çiya 2007an, Ezda Faraşîn Cûdî 2012an û Îlyas Aydin Gul jî 2015an tev li refên gerîlayan bûye.