Hêzên Îranê kolberek birîndar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişa hêzên Îranê de, kolberekî ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, birîndar bû.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku hêzên Îranê li devara sînorî ya Hengejaleyê ya bajarê Banê gule li kolberan reşandin.

Di encama gulereşandinê de kolberê bi navê Rizgar Hesenî ji pişta xwe birîndar bû.

Xelkê li deverê Rizgar Hesenî biriye Nexweşxaneya Şîfayê ya Seqîzê.

Hat zanîn ku birîna Rizgar Hesenî dijwar e û ew  niha dibin çavdêriya giran deye.

Rizgar Hesenî xelkê bajarê Seqizê ye û par jî birayekî wî ji ber êrişa hêzên Îranî li ser sînorê Baneyê bi giranî birîndar bûbû.