Dengdana taybet hat kirin: Komîsyonê raporek belav kir

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê li ser dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê raporek belav kir.

Li gorî raporê, ji nava 215 hezar û 960 dengderên taybet 208 hezar û 521 kesan ango ji sedî 97ê dengderan beşdarî hilbijartinan bûne.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê li ser dengdana taybet anî ziman:

“Dengdana taybet bi dawî hat, sindoqên dengdanê bê pirsgirêk hatin girtin.

Ti binpêkirinên ewlehî yên berçav nehatin tomarkirin.”

Komîsyonê di dengdana taybet de hejmara dengderên jin û mêr ji hev cuda kir û da zanîn ku 203 hezar û 773 dengder mêr û 4 hezar û 748 jî jin in.

Komîsyonê her wiha destnîşan kir ku 189 hezar û 857 dengderên xwende û 18 hezar û 664 dengderên nexwende hebûne.

Komîsyonê diyar kir ku pêvajoya dengdanê di bin çavdêriya hezar û 926 çavdêran de hat kirin.

Her wiha 3 hezar û 750 nûnerên partiyên siyasî li navendên dengdanê amade bûn.

Komîsyonê li ser xwendin û nexwendina şopa tiliyên dengdêran ragihand ku şopên tiliyên 205 hezar û 620 dengdêran hatine tomarkirin û “hejmara nexwendina şopa tiliyên dengderan gihîştiye 2 hezar û 901 bûye.”

Dengdana taybet ji bo şeşemîn xula Parlamentoya Herêma Kurdistanê doh saet 07:00an dest pê kir û heta saet 18:00an berdewam kir.

Dengdan ji bilî Helebceyê li parêzgehên din bi awayekî normal hat kirin.

Di dengdana taybet de hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê dengên xwe dan.

Hilbijartinên ku xelk dengê xwe bide dê sibe werin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst