Artêşa Tirkiyeyê gundekî Efrînê topbaran kir

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Efrîn Şêrewa Aqîb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar gundekî navçeya Şêrawayê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

Li gorî agahiyên Rûdawê bi dest xistine, artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawayê topbaran kir.

Di encama topbaranê de ti zererên canî çênebûne lê mala welatiyê bi navê Azad Yûsif hilweşiyaye.

Hat zanîn ku Azad Yûsif û malbata xwe di dema topbaranê de ne li malê bûne.

Dîmenên mala hatiye topbarankirin ji Rûdawê re hatin şandin.

Artêşa Tirkiyeyê û komên ser bi wê ve di van demên dawî de topbaranên xwe yên li dijî gundên di bin kontrola hêzên Kurdî de zêde kirine.

Li hinek gundên Efrîn û Ezazê ev çend roj in di navbera çekdarên Emşat, Hemzat û Cebhe Şamiyê de şer û pevçûn berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst