Balyoza Amerîkayê: Em piştgiriyê didin hilbijartinên azad û dadperwerane

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowski Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên a Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyoza Amerîkaya ya Îraqê Alina Romanowskiyê diyar kir ew piştgiriyê didin hilbijartinên azad û dadperwerane yên Parlamentoya Kurdistanê.

Alina Romanowskiyê ji ser platforma Xê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir.

Alina Romanowskiyê got: “Em piştgiriya didin hemû hewlên garantîkirina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku sibehê bi awaeyekî azad û dadperwerane bin.”

Piştî dengdana taybet a 18ê Çiriya Pêşîn sibehê hilbijartinên giştî yên serdema 6em a Parlamentoya Herêma Kurdistanê tên lidarxistin.

Alina Romanowskiyê bangî hemû aliyên siyasî û hêzên ewlehiyê kir ku rêzê li rola girîng a medyayê û civaka sivîl di warê pêvajoya demokrasiyê de bigirin û xwe ji tundûtûjiyê dûr bigirin.

Hilbijartinên dawî yên Parlamentoya Kurdistanê sala 2018an de hatin kirin û ev cara yekem e ku dengdan bi rêya elektronîk bi serperiştiya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê tên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst