Cotkarên Bakur ji bihayê sêvan ne razî ne: Piştgiriyê dixwazin

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Qers Colemêrg Sêv Komkirina Sêvan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Demsala berhevkirina sêvan dest pê kiriye lê cotkar ji bihayê wan nerazî ne.

Li navçeya Qaxizmanê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê sêva dirêj tê çandin.

Li baxçe hezar û 300 darên sêva dirêj hatine çandin ku vî cureyî nîşaneya erdnîgariyê wergirtiye û tenê li Qaxizmanê çêdibe.

Cotkar Engîn Toper li ser çandina sêva dirêj got:

“Îsal ji ber barana zêde û ava çem berhem baş e û bi kalîte ye.

Eger pirsgirêka avê nebe ev cureyê sêvan baş çêdibin û dimînin.

Ev sêv bêyî ku mirov bixe sarincê demeke dirêj taze dimîne.

Di depoyan de heta meha 5an jî dimîne.”

Li parêzgeha Colemêrgê jî xwediyê baxçeyê her çi qasî sêvên xwe kom kiribin jî lê dilê bi wan ne xweş e.

Îsal li Colemêrgê bazara sêvan kêm e.

Cotkar Mehmet Ugurlu jî da zanîn:

“Divê baxçeyê sêvan were dermankirin û avdan.

Her wiha em ber daran jî dikolin.

Her dem em bi baxçe re mijûl dibin.

Sala borî kilo 15 lîre bû lê îsal bazara sêvan kêm e.

Ji bo ên mezin dibêjin 10 lîre û yên biçûk jî 5 lîre. Gelekî erzan e.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê cotkarên sêvan îsal ji biha ne razî ne û dixwazin piştgirî were dayîn.

Li gorî amarên TUÎKê li seranserî Tirkiyeyê 60 milyon darên sêvan hene.

Di asta cîhanê de piştî Çîn û Amerikayê, Tirkiye di rêza sêyemîn de ye û sala borî 4,8 milyon ton sêv hatine berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst