Girtiyê Kurd di roja tehliyeya xwe de canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Serhat Temîzerê 22 salî yê nexweşê epîlepsiyê di roja tehliyeya xwe de canê xwe ji dest da.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, Serhat Temîzer 6 Çiriya Paşîna 2017an hatibû desteserkirin û rojekê şûnde jî bi hinceta “Xirakirina yekitî û yekparçeyiya dewletê” hatibû girtin.

Temîzer 7ê Çiriya Paşîna 2019an hatibû berdan û 6ê Adara 2021ê dîsa hatibû girtin.

Ji bo rûniştina dozê doh Serhat Temîzer ji 2yemîn Girtîgeha Girtî ya Dumluyê ya Erziromê birin Colemêrgê.

Doza ku li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hate dîtin, bi hinceta "endamtiya rêxistinê" 4 sal û 3 mehan ceza li Serhat Temîzer birî.

Lê belê dadhegê ji ber Temîzer demeke dirêj girtî maye bi biryara tehliyeyê da.

Ji bo karûbarên tehliyeya Serhat Temîzer ber bi Erziromê ve bi rê ketin lê bi hinceta tarî ketiye hêzên ewlehiyê Temîzer bir Girtîgeha Girtî ya Tîpa Tyê ya Wanê.

Piştî demekê rewşa tenduristiyê ya Serhat Temîzer xerab bû û hêzên ewlehiyî ew bir nexweşxaneyê.

Piştî demeke kurt ji malbatê re hat ragihandin ku Serhat Temîzer canê xwe ji dest daye.

Cenazeyê Temîzer ji bo otopsiyê birin Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Wanê.

Hate zanîn ku dê cenazeyê Serhat Temîzer li Colemêrgê bê veşartin.