PDK: Tevlî hilbijartinan bibin da ku Kurdistan di destê ewle de bimîne

Hewlêr (Rûdaw) - PDKyê li ser dengdana taybet a hilbijartinan daxuyaniyek belav kir û bangî xelkê Kurdistanê kir ku tevlî hilbijartinan bibin da ku Kurdistanê di destê ewle de bimîne.

Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser encamên dengdana taybet  a Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û serkeftina lîsteya 190 a PDKyê pîroz kir.

PDKyê her wiha bangî dengdêrên Kurdistanê kir ku sibehê biçin ser sindoqan û beşdarî hilbijartinan bibin.

“Pêşmergeyan mizgîniya serkeftineke mezintir da PDKyê”

PDKyê di berdewamiya daxuyaniyê de behsa rola Pêşmergeyan kir û wiha got:

“Ev baweriya mezin û giring a Pêşmergeyên qehreman û dengderên partiya me, cihê serbilindî û şanaziyeke mezin e.

Çawa ku di dastanên mezin de Pêşmergeyan bi can û xwîna xwe ya pîroz parastina Kurdistanê kir bi vê dengdana berfireh û mezin a li lîsteya 190 a partiya me, careke din qada parastina aştiyê li Kurdistanê ji bo avadanî û berxwedana zêdetir parast û bi vê jî mizgîniya serkeftineke mezintir da PDKyê.

Li ser navê Desteya Bilind a Hilbijartinan a PDKyê, em spasiya hemû dengderên ku di hilbijartinên taybet de dengê xwe dane dikin.

Em bangî dengdêrên Kurdistanê dikin ku sibehê 20ê Çiriya Pêşîn beşdarî hilbijartinan bibin da ku Kurdistan di destê ewle de bimîne.”

Doh dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hat lidarxistin.

Di dengdana taybet de mafê dengdanê yê 215 hezar û 960 kesî hebû.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, 208 hezar û 521 kesan dengê xwe daye û rêjeya beşdarbûnê ji sedî 97 e.

Biryar e sibehê dengdana giştî, were kirin û xelkê Herêma Kurdistanê herin ser sindoqên dengdanê.