Amarên dawî yên dengdana taybet a Parlamentoya Kuristanê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dengdana Taybet Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên a Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinan a Îraqê amarên herî dawî yên encamên dengdana taybet a belav kirin.

Rêjeya beşdariyê herî zêde li Dihokê û rêjeya herî kêm a beşdariyê jî li Wasitê bûye.

Komîsyona Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinan a Îraqê beriya bi demekê amarên herî dawî yên dengdana taybet belav kirin.

Di dengdana taybet de mafê dengdanê yê 215 hezar û 960 kesî hebû. 208 hezar û 521 kes beşdarî dengdanê bûn.

Rêjeya beşdariyê bi giştî ji sedî 97 bûye.

2 hezar û 901 dengderan nikarîne dengên xwe bidin û amêra dengdanê mohra destê wan nexwendiye.

Li her çar parêzgehên Kurdistanê û 8 parêzgehên Îraqê 165 navendên dengdanê û 749 sindoqên dengdanê hatin danîn.

Rêjeya beşdariya dengdana taybet wisa bûye:

Parêzgeha Hewlêrê

Mafê dengdanê: 89 hezar û 791 kes

Amarên beşdariyê: 87 hezar û 513 kes

Dengderên mêr: 85 hezar û 947 kes

Dengderên jin: hezar û 566 kes

Dengderên xwende: 78 hezar û 855 kes

Dengderên nexwende: 8 hezar û 658 kes

Rêjeya beşdariyê: Ji sedî 97

Parêzgeha Dihokê

Mafê dengdanê: 40 hezar û 956 kes

Amarên beşdariyê: 40 hezar û 206 kes

Dengderên mêr: 39 hezar û 525 kes

Dengderên jin: 681 kes

Dengderên xwende: 37 hezar û 141 kes

Dengderên nexwende: 3 hezar û 65 kes

Rêjeyi beşdariyê: Ji sedî 98

Parêzgeha Silêmaniyê

Mafê dengdanê: 78 hezar û 661 kes

Amarên beşdariyê: 76 hezar û 501 kes

Dengderên mêr: 74 hezar û 16 kes

Dengder jin: dû hezar û 485 kes

Dengderên xwende: 69 hezar û 686 kes

Dengderên nexwende: 6 hezar û 815 kes

Rêjeyi beşdariyê: Ji sedî 97

Parêzgeha  Helebceyê

Mafê dengdanê: 952 kes

Amarên beşdariyê: 917 kes

Dengderên mêr: 906 kes

Dengderên jin: 11 kes

Dengderên xwende: 913 kes

Dengderên nexwende: 4 kes

Rêjeya beşdariyê: Ji sedî 96

Parêzgeha Bexdayê - Resafeyê

 Mafê dengdanê: 433 kes

Amarên beşdariyê: 261 kes

Dengderên mêr: 260 kes

Dengderên jin: yek kes

Dengderên xwende: 260 kes

Dengderên nexwende: yek kes

Rêjeya beşdariyê: Ji sedî 60

Parêzgeha Bexda - Kerxê

Mafê dengdanê: 2 hezar û 414 kes

Amarên beşdariyê: hezar û 907 kes

Dengderên mêr: hezar û 906 kes

Dengderên jin: yek kes

Dengderên xwende: hezar û 871 kes

Dengderên nexwende: 36 kes

Rêjeya beşdariyê: Ji sedî 79

Parêzgeha Nînowayê

Mafê dengdanê: hezar û 38 kes

Amarên beşdariyê: 442 kes

Dengderên mêr: 440 kes

Dengderên jin: 2 kes

Dengderên xwende: 432 kes

Dengderên nexwende: 10 kes

Rêjeya beşdariyê: Ji sedî 43

 Parêzgeha Kerkûkê

 Mafê dengdanê: 488 kes

Amarên beşdariyê: 442 kes

Dengderên mêr: 440 kes

Dengderên jin: 2 kes

Dengderên xwende: 432 kes

Dengderên nexwende: 10 kes

Rêjeya beşdariyê: ji sedî  43

Parêzgeha Diyaleyê

 Mafê dengdanê: 266 kes

Amarên beşdariyê: 165 kes

Dengderên mêr: 165 kes

Dengderên xwende: 165 kes

Rêjeya beşdariyê: Ji sedî 62

 Parêzgeha Enbarê

 Mafê dengdanê: 196 kes

Amarên beşdariyê: 15 kes

Dengderên mêr: 15 kes

Dengderên xwende: 15 kes

Rêjeya beşdariyê: Ji sedî 8

Parêzgeha Wasit

 Mafê dengdanê: 191 kes

Amarên beşdariyê: 7 kes

Dengderên mêr: 7 kes

Dengderên xwende: 7 kes

Rêjeya beşdariyê: Ji sedî 4

 Parêzgeha Selahedîn

Mafê dengdanê: 574 kes

Amarên beşdariyê: 312 kes

Dengderên mêr: 311 kes

Dengderên jin: yek kes

Dengderên xwende: 312 kes

Rêjeya beşdariyê: Ji sedî 54

Li gorî amarên komîsyonê, 203 hezar û 773 dengder jin û 4 hezar û 748 dengder jin bûne.

Hejmara dengderên xwende 189 hezar û 857 kes bûye û 18 hezar û 664 dengder jî nexwende bûne.

Hezar û 926 çavdêrên biyanî û navxweyî û 3 hezar û 750 çavdêrên partiyan pêvajoya hilbijartinê şopandine.

Komîsyonê diyar kir ku pêvajoya dengdana taybet bi dawî bûye û ti pirsgirêkeke ewlehiyê di dema pêvajoya hilbijartinê de derneketiye.

Doh 18ê Çiriya Paşîn dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst