Li Erziromê agir bi xaniyekî ket: Kalê 70 salî mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Avnîkê ya Erziroma Bakurê Kurdistanê agir bi xaniyekî ket û kesekî canê xwe ji dest da.

Li gundê Vaxaverê yê navçeya Avnîkê ji ber sedemek nediyar agir bi xaniyê kesê bi navê Nîzamettîn Canpolatê 70 salî ket.

Li ser agahdarkirina cîranan cendirmê, tîmên parastina sivîlan û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Piştî xebata tîman agir hat vemirdandin û derket holê ku Nîzamettîn Canpolat ji ber dûyê agir canê xwe ji dest daye.

Her wiha hate zanîn ku Nîzamettîn Canpolat bi tena serê xwe di malê de dijiya û xaniyê wî jî êdî nayê bikaranîn.