Du koçberên ji Rojavayê Kurdistanê di çem de xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Du koçberên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê di çemê Zêyê Mezin de xeniqîn.

Berdevkê Parastina Sivîlan a Hewlêrê Şaxewan Caf li ser mijarê ji Rûdawê axivî

Şaxewan Caf got, "Îro piştî nîvro 2 welatiyên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê yên nişteciyên Kampa Kewirgoskê di Zêyê Mezin de xeniqîn.”

Her wiha Şaxewan Caf da zanîn ku Termê her du welatiyan ji çem hatine derxistin û şandine saziya bijîşkî ya dadî.