Baroya Dêrsimê: Bi awayekî ne yasayî HESan çêdikin

Dêrsim (Rûdaw) - Baroya Dêrsimê diyar kir ku bi awayekî ne qanûnî li ser çemên parêzgehê santralên elektrîkê tên çêkirin.

Parêzerên Baroya Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê dijî çêkirina santralên elektrîkê (HES) ya li navçeya Çemişgezekê nerazîbûna xwe nîşan da û got kar û xebatên tên kirin ne hiqûqî ne.

Li parêzgeha Dêrsimê 18ê Çiriya Pêşîna 2024an endamên Baroya Dêrsimê bi beşdarbûna Endamê Komîsyona Hiqûqa Hawirdor û Bajarvaniyê ya Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) Bariş Yildirim li ser çêkirina santrala elektrîkê ya li ser Çemê Tagarê daxuyaniyek da û diyar kir ku jîngeha parêzgehê tê xirabkirin.

Piştî daxuyaniyê endamên baroyê ji bo balê bikişînin ser rewşa jîngehê bi cilûbergên xwe yê pîşeyî ber bi Kolana Hûnerê ve meşiyan.

“Heta niha bersivek nedena me”

Endamê Komîsyona Hiqûqa Hawirdor û Bajarvaniyê ya Yekîtiya Baroyên Tirkiyê Bariş Yildirim li ser rewşa jîngeha Dêrsimê wiha got:

"Li ser Çemê Tagarê yê li navçeya Çemişgezekê projeyeke neyasayî tê birêvebirin. Bi awayekî qeçax kar tê kirin.

Piştî ku kar û xebatên çêkirina projeya HESê dest pê kirin, me serî li îdare, wezaret û saziya wezaretê ya li wê derê da.

Me got kar û xebatên hene divê di çarçoveya xala 10emîn de bên rawestandin.

Mixabin di çarçoveya xala yasaya pîvanên darizandina îdarî de heta niha bersivek nehatiye dayîn.

Li ser vê yekê me serî li dadgeha îdarî da û xwest ku proje were hilweşandin. Heta niha jî pêvajoyê darizandinê berdewam dike."