Riha - Jina ku gule li serê wê ket mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewagê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê jina ku gule li serê wê ket canê xwe ji dest da.

Li gundê Gerdekê yê Hewagê ji ber sedemeke ku heta niha nayê zanîn jina bi navê Emîne D. bi guleyê ji serê xwe birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Emîne D. bir Nexweşxaneya Dewletê ya Hewagê.

Li nexweşxaneyê tevî hemû mdaxaleyên bijîşkî Emîne D.yê canê xwe ji dest da.

Li aliyê din, cendirmeyan li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin û di encamê de hevjînê wê Mahmût D. hate desteserkirin.