Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 3 wesayît li hev qelibîn û di encamê de kesek mir û 7 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Wan-Colemêrgê kamyonetekê piştî ku li kûçikekî xist derbasî aliyê din ê rê bû û li otomobîlekê û mînîbesekê jî qelibî.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, îtfaiye û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê 8 kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê.
Birîndarek tevî hemû hewldanan jî mir.
Rê demekê ji trafîkê re hat girtin û piştî xebata ekîban dîsa hat vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse