ERZINGAN - Piştî salan vegeriya gundê xwe û 35 hezar darên gûzan çandin
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kemaxê ya parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê kesekî 79 salî vegeriya gundê xwe dest bi çandina darên gûzan kir.
Yavuz Pekerê 79 salî piştî salên dirêj 2011ê ji Stenbolê vegeriya gundê xwe yê li navçeya Kemaxê û li ser erdên beyar 35 hezar darên gûzan çandin.
Îsal hêviya wî ew e ku ji baxçeyê xwe yê mezin 30-35 ton gûz berhem bîne.
Birêvebirê Saziya Çandinî û Daristanê ya Erzinganê Serkan Kutuk li ser çandina gûzan got:
“Bi taybetî li navçeya Kemaxê şiyaneke me ya mezin a hilberînê heye.
Li tevahiya parêzgeha Erzincanê 187 hezar darên gûzan hene û li ser 6 hezar û 700 dekar erd gûz tên hilberîn.”
Berpirsên bajêr dibêjin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baxçeyên ev qasî mezin gelekî kêm in.
“Wekî vî baxçeyî nînin”
Birêvebira Saziya Çandinî û Daristanê ya Kemaxê Zeynep Yîgît Kolakê jî anî ziman:
“Nimûneya vî baxçeyê gûzan li welatê me û bi taybetî li Rojhilatê Anadoluyê nîne.
Hem ji aliyê mezinbûn û hem jî ji aliyê berhem û giraniya gûzan ve û wekî kargeh gelekî bipêşketî ye.”
Endezyarên baxçeyê gûzan dibêjin dema darên wan bi temamî bigihêjin dê salane 400-500 ton gûz berhem bînin.
Endezyarê Çandiniyê Ustun Ersin Gunay li ser mijarê da zanîn:
“Me sala borî 20 ton gûz berhem anîn û îsal em dê 30-35 ton gûz berhem bînin lê dema ku bi temamî gihiştin, armanca me ew e, salane 400-500 ton gûz werin berhemanîn.”
Li parêzgeha Erzinganê berhemanîna gûzan sal bi sal zêde dibe.
Li gorî amarên Saziya Çandinî û Daristanê ya Erzinganê sala 2023yan li wê parêzgehê 492 ton gûz hatine berhemanîn.