Nêçîrvan Barzanî: Heta ku tevên Êzidiyan rizgar bibin dê hewlên me bidomin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku heta hemû Kurdên Êzidî rizgar bibin hewlên wan dê ji bo rizgarkirin û diyarkirina çarenivîsa wan dê berdewam be.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê, Balyoza Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî, Çalakvana Kurda Êzdî Nadiya Murad qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, rewşa Kurdên Êzidî, pêvajoya vegerandina Êzidiyên koçber bûne hat gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî û Nadiya Muradê dan zanîn ku ji bo Kurdên Êzidî yên koçber vegerin ser cih û warên xwe divê li herêmê aramî û ewlehî hebe.

Serokê Herêma Kurdistanê anî ziman ku belgekirina tawanên DAIŞê yên li hemberî Kurdên Êzidî û xebatên ji bo careke din karesatên bi wî awayî dubare nebin girîng in.

Nêçîrvan Barzanî herwiha bal kişand li ser jinên Kurdên Êzidî yên di êrişa DAIŞê hatibûn revandin û got:

“Heta ku Êzdiyekî dîl hebe dê hewlên me yên rizgarkirinê bidomin.”

DAIŞ piştî dagirkirina Mûsilê, 3yê Tebaxa 2014an ket Şingalê û Kurdên Êzidî qetil kirin.

Di encama êrişan de, zêdetirî 325 hezar Kurdên Êzidî koçberî Herêma Kurdistanê bûn.

Herwiha bi qasî 100 hezar Êzidî jî derketin ji derveyî welêt.