Li Wanê minîbus wergeriya: 14 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Wan-Elbakê mibûsa rêwiyan wergeriya û di encamê de 14 kes birîndar bûn.

Minîbusa bi plaqeya 65 V 4605 ku şofêrê wê nayê zanîn li ser rêya Wan-Elbakê di kîlometreya 80emîn de ji rê derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirina kesên li derdorê, ekîbên tenduristî, îtfaiyeyê û cendirme çûn ciyê bûyerê.

Ekîban 14 kesên birîndar bi ambulansan veguhestin nexweşxaneyên li bajêr.