Li Şirnexê 5 kes hatin desteserkirin

19-10-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê 5 kes hatin desteserkirin.

Li gorê Ajansa Mezopotamyayê, îro hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de li navenda Hezex û gundê Delavaqesrê yê Hezexê bi ser gelek malan de girtin.

Di operasyonê de Endamê Meclîsa Bajêr ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Adnan Bel û welatiyên bi navê Hakim Kaş, Ahmet Boya, Emin Soyal û Yasin Acar hatin desteserkirin.

5 kesên ku sedema desteserkirina wan nehat zanîn veguhestin Sêrtê.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst