ÊLIH – Polîsek 5 rojan winda ma, termê wî hat dîtin

19-10-2023
Nîşan Êlih Polîs Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê termê polîsekî li mala wî hat dîtin.

Polîsê bi navê Adem Y. 5 rojan winda mabû.

Îro li termê wî li mala wî hat dîtin û ekîbên tesbît kir ku Adem Y. bi guleyê hatiye kuştin.

Li gorî nûçeya ÎHAyê, xwediyê xanî ji bo ku here kirêya xaniyê xwe bistîne li deriyê Adem Y. xist.

Piştî ku kesî derî venekir wî xeber da hevalekî Adem Y.

Her du bi hev re hatin malê, wan dîsa li derî da lê kesî venekir.

Wan derî şikand û ketin hundir û wan wî dît ku Adem Y. miriye û laşê wî li erdê ye.

Hat zanîn Adem Y. çawişê pispor bûye û ev xanî 20 roj berê kirê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst