‘Li bajarên Kurdan ji ber otomobîlên zirxpoş 67 zarokan canê xwe ji dest da’

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Amedê Serhat Eren ragihand, “Li bajarên Kurdan di encama lêdana otomobîlên zirxpoş de 67 zarokan canê xwe ji dest da.”

Serhat Eren xwest ku tohmetbar werin cezakirin û got, “Bila derbarê mirina van zarokan de cezayên tohmetbaran bên tesbîtkirin û pêşkêşî wezaretê bên kirin.”

Komîsyona Jêr a Mafên Zarokan a Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirov a Parlamentoya Tirkiyeyê, doh civînek saz kir.

Parlamenterê Partiya Çep a Kesk Serhat Eren ji komîsyonê xwest ku li ser mirinên zarokan ên li bajarên Amed, Şirnex, Mêrdîn û Rihayê yên di encama lêdana otomobîlên zirxpoş de canê xwe ji dest daye lêkolîn bên kirin.

“Bila cezayên tohmetbaran bên tesbîtkirin”

Serhat Eren di axaftina xwe de got:

“Li bajarên Kurdan di encama lêdana otomobîlên zirxpoş de 67 zarokan canê xwe ji dest da. Bila derbarê mirina van zarokan de cezayên tohmetbaran bên tesbîtkirin û pêşkêşî wezaretê bên kirin.”

Seroka Komîsyonê û Parlamentera AK Partiyê ya Kocaeliyê Radiye Sezer Katircioglu gotina Eren birî û got, “Cihên ku teror û PKK lê zilmê dikin.”

“Bi tundî şermezar dikim”

Eren bersiva wê da û got: “Ez pênasekirina mirina zarokan a bi vî awayî bi tundî şermezar dikim. Tekoşîna li dijî terorê li gorî hiqûqekê tê kirin.”

Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Dîlokê Mehmet Mustafa Gurkan jî ji Serhat Eren re got:

“Zarokan dema êrişî hêzên ewlehiyê dikir di bin otomobîlên zirxî de man? An bi zorê hatin revandin? Dewlet li kolanên serekî yên bajaran otomobîlên zirxpoş nagerîne. Cihên ku ev otomobîl li wan digerin û erkên wan diyar in.”

“Lêpirsînek jî nehat kirin”

Eren bi vî awayî bersib da Parlamenterê ÎYÎ Partiyê:

“Li vî welatî li ser navê dewletê Parlamento hat bombebarankirin, general ketin girtîgehê. Li vî welatî kesên we ji wan re digot fermandar li ser navê dewletê li ser pirê mirov kuştin.

Li Roboskiyê 34 Kurd hatin bombebarankirin û lêpirsînek jî nehat kirin. Ev li ser van neaxivin. Mehmet Aytunê 16 mehî di hembêza dayika xwe de hat kuştin.”