Li Bakurê Kurdistanê hişyariya baran û lehiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, ji bo piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.

Saziya Keşnasiyê, ji bilî parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê ji bo hemû bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur û lehiyê da.

Saziya Keşnasiyê ji welatiyan daxwaz kir ku ji bo egera lehiyê û pirsgirêkên trafîkê tedbîrên xwe wergirin.

Herwiha ji bo hinek bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya ba jî hat dayîn û tê pêşbînîkirin hêza ba di navbera 40-60 kîlometreyî de be.

Li Bakurê Kurdistanê germahî li gorî demsalê di navbera 3-5 pileyan de dadikeve.

Li gor pêşbîniyan, li bajarên Qers, Erzirom û Wanê baran dibare û li herêmên bilind ên her sê bajaran berf dibare.

Li Erziromê bi roj pileya germê 10, li Wanê 14 û li Qersê jî 9 e.

Li Amed, Riha, Dîlok, Mêrdîn û Sêrtê jî bi roj pileya germê di navbera 19-22yan de ye.

Ji aliyê din ve, li Herêma Marmara, Herêma Deryaya Reş, Herêma Deryaya Spî û Herêma Anatoliyaya Navîn ên Tirkiyeyê jî baran dibare.