Balyozê Japonyayî peyameke bi Kurdî belav kir: Em ji ber zêdebûna tundiyê nîgeran in

Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Japonyayê yê Îraqê Futoshi Matsumoto peyameke bi Kurdî belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, doh Balyozê Japonyayê yê Îraqê Futoshi Matsumoto li Hewlêrê qebûl kir.

Futoshi Matsumoto, piştî hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Matsumoto, di peyama xwe de amaje pê kir ku wî û Serokê Herêma Kurdistanê, rewşa Rojhilata Navîn û Xezeyê gotûbêj kiriye.

Balyozê Japonyayê yê Îraqê bal kişand ser zêdebûna tuniya li herêmê û got:

“Em hemû ji ber zêdebûna tundiyê ya li herêmê nîgeran in. Min ji dil û can dia kirin da ku aştî û aramî cihê tundiyê bigirin.”