Artêşa Tirkiyeyê gundekî Efrînê topbaran kir

19-10-2023
Nîşan Efrîn Şera Tirkiye Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyeyê gundekî nahiyeya Şerayê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

Çavkaniyên xwecihî yên ji Efrînê ragihand ku Tirkiyeyê şeva borî gundê Şewarxê yê Şerayê topbaran kiriye.

Heta niha li ser encamên vê êrişê ti agahî nehatine bidestxistin.

Tirkiyeyê ji 4ê Çiriya Pêşînê ve êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Tirkiye, Rojavayê Kurdistanê ji Dêrikê heta Efrînê topbaran û bombebaran dike.

Di van êrişan de bi piranî jêrxaneya Rojavayê Kurdistanê tê armancgirtin.

Tevlî zarok, endamên ewlehiyê û şervanên HSDyê 44 kesan canê xwe ji dest da 55 kes jî birîndar bûn.

Li aliyê din, Rêveberiya Xweser ragihand ku van êrişan herî kêm bandor li 2 milyon kesan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mesrûr Barzanî û Michael Waltz / Wêne: Rûdaw Grafîk

Mesrûr Barzanî û şêwirmendê ewlehiyê yê birêvebiriya Trump rûdanên vê dawîyê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Endamê Kongreya Amerîkayê Michael Waltz pêwendiyeke telefonî pêk anî