EFRÎN - Careke din şerê di navbera Tehrîr el-Şam û Feyleqa Sêyem de rawestiya

Hewlêr (Rûdaw) - Heyet Tehrîr el-Şam ango Cebhet el-Nusre û Feyleqa Sêyem li ser rawestandina şer li hev kirin, çekdarên grûpa Saîrûn li Kefir Cenê hatin belavkirin, Hêzên Tirkiyê jî li ser rêya Kefir Cenê - Efrîn belav bûn.

Piştî şevekî ji şer, duh careke din şerê di navbera Çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam û Feyleqa Sêyem de li Kefir Cenê rawestiya, di wî şerî de Heyet Tehrîr el-Şam dest danîbû ser Kefir Cenê û Mêryemîn.

Li gorî zanyariyên ku ji Efrînê gihiştine Rûdawê, herdu alî li ser vekişandina Heyet Tehrîr el-Şam ji Kefir Cenê û bicîbûna Çekdarên Saîrûn Lil-Tehrîr li wî gundî li hev kirine. Herweha Hêzên Tirkî li ser rêya Efrîn-Kefir Cenê hatine belav kirin.

Medya nêzîkî opozisyona Sûriyê dibêje, ev rêkeftin bi serperiştiya Tirkiyê hatiye kirin, lê heta niha herdu aliyan ti daxuyanî di vê derbarê de belav nekirine.  

Şerê pêr çawa çêbû û çawa rêkeftin têk çûbû?

Piştî du rojan ji rêkeftinê, şer di navbera Heyet Tehrîr el-Şam bi piştevaniya Grûpên Hemzan û Emşat li aliyekî û Feyleqa Sêyem ya opozisyona Sûriyê li aliyekî din derket, herdu aliyan hev bi binpêkirna rêkeftina rawestandina şer tohmetbar kirin.

Di wî şerî de, Çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam û Hemzat û Emşat, dest danîn ser gundê Kefir Cenê yê li ser rêya Ezazê û gundê Mêryemîn yê nahiya Şerran.

Berpirsê Ofîsa ragihandina Feyleqa Sêyem Sîracedîn Omer ew yek piştrast kir, lê behsa ti rêkeftineke nû di navbera herdu aliyan de nekir.

Careke din rêkeftin çêbû, Heyet Tehrîr el-Şam û hevpeymanên xwe ji Kefir Cenê derketin, Çekdarên Saîrûn Lil-Tehrîr derbasî wî gundî bûn.

Li gorî zanyariyên xwecihî ji Efrînê, bêhtirî 17 kampan li derdora Ezaz û Efrînê û bêhtirî hezar û 614 malbat di bin gefa wî şerî de ne û daxwaza selametiya jiyana xwe dikin.

Heyet Tehrîr el-Şam berî çend rojan navenda bajarê Efrînê û piraniya wê herêmê kontrol kir û çekdarên grûpên Cebhet el-Şamiye û Feyleqa Sêyem ji bajêr vekişiyan.

Tirkiyê dewleta herî pêwendîdar bi rewşa bakurê Sûriyê û hin deverên Rojavayê Kurdistanê ku hêz û binkeyên wê yên serbazî hem li navçeyên Idlibê yên li jêr destê Desteya Tehrîr el-Şam de û hem jî li herêma Efrînê ku desteya navborî dest daniye ser hene, heta niha li hember van pêşhateyên bakurê Sûriyê bi temamî bêdeng e.