PDK-S: Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê cenazeyên koçberên li Cezayirê vegerîne

19-10-2022
RÛDAW
Nîşan PDK-S Cezayîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDKS) di daxuyaniyekê de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê cenazeyên koçberên Kobanî yên ku li Cezayîrî xeniqîbûn vegerîne.

Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDKS) îro Çarşemê 19ê Cotmeha 2022an daxuyaniyek da û diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê cenazeyên koçberên Kobanî yên ku di navbera Cezayîr û Spanya de xeniqîne bîne Herêma Kurdistanê û wê piştre di Deriyê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bike da ku li Kobanî bên veşartin.

Roja 3ê vê mehê du belemên koçberan di navbera Cezayir û Ispanya de binav bibûn, di encamê de hejmareke koçberên Kobanî canê xwe ji dest dan, heta niha cenazeyên 12 kesan hatiye dîtin û 5 kesên din jî wenda ne.

Li gorî zanyariyên ku ji Wehranê bidest Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, Çarşema borî belemek ku 11 koçber  têde bûn piştî ku 100-200 metran ji perava Wehranê dûr ketibû binav bibû,7 koçberan bi avjeniyê xwe gihandibûn peravê û rizgar bibûn û 4 koçber jî winda bûn.

Duyem belem 15 koçber tê de bûn dora 4 kîlometran dûr ketibû û binav bibû, koçberekî  ji wan xwe gihandibû peravê û 14ê din jî winda bûn.

Heta niha 8 koçberên Kurd canê xwe ji dest dane û navê 7 koçberan ji wan hatine belavkirin ku Ehmed Mihemed Remo, Basil Ebdulqadir Îsa, Cimaa Ferhan, Xelîl Eledîn Silêman, Xelîl Nebo Xelo Heso, Rênas Mislim Şêxo ji Kobanî û Qehreman Mehmûd Dawûd ji gundê Hoş ser bi Helebê ne û hîn jî derbarê kesên windayî de lêgerîn berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst