Hat Nûkirin - Fermandarê Hêza Komando ya Kurdistanê birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) – Sibeha îro Fermandarê Hêza Komando ya Kurdistanê Akam Omer û hejmarek endamên din ên wê hêzê di dema operasyonekê de li sînorê qezaya Kelarê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve birîndar bûne. Li gor zanyariyên Rûdawê, “Akam Omer li Nexweşxaneya Farûq a Silêmaniyê di bin neştergeriyê de ye û birîndarekî Hêza Komando jî canê xwe ji dest daye.”

Operasyon şeva bihorî li sînorê qezaya Kelarê û li dijî DAIŞê hatiye pêkanîn û di dema operasyonê de bombek bi wesayita Fermandarê Hêza Komando ya Kurdistanê Akam Omer û hejmarek endamên din ên wê hêzê de teqiyaye û di encamê de birîndar bûne.

Li gor agahiyan, “Akam Omer niha li Nexweşxaneya Farûq a Silêmaniyê di bin çavdêriya pizîşkan de ye û tê dermankirin.”

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê Huner Hemîd ragihand, birîndarekî Hêza Komando canê xwe ji dest daye ku pileya wî Mulazim û pasevanê Fermandarê Hêza Komandoyê bûye.

Berdevkê Polîsê Germiyanê, Elî Cemal Qedûrî li ser Facebooka xwe ragihandiye, “Navê wî efserê Hêza Komando ku canê xwe ji dest daye "Zuhêr Mihemed" e ku wek "Botan Germiyanî" dihat naskirin.”

Çavkaniyekî ku nexwest navê wî were aşkerekirin ji Rûdawê re ragihand, bûyer li gundê Qum Pelk li sînorê Germiyanê çê bûye. 

Bi gotina heman çavkaniyê, ew efserê Hêza Komando ku canê xwe ji dest daye, rakiribûn Nexweşxaneya Şehîd Hejar a Kelarê û pasevanê Akam Omer bûye.

Berpirsê Yekeya 70 a Hêza Pêşmerge, Mistefa Çavreş jî derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, “Demjimêr 09:30 sibeha îro di dema operasyoneke dijî DAIŞê de toreke mînan bi hêzên Komando de teqiyaye.”

Operasyon li sînorê Tawêrke li navçeya Pelkane û Zînane li sînorê Germiyanê bûye.

Medyaya fermî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyekê de ragihand, Fermandarê Hêza Komando ya Kurdistanê bi “dijwarî” birîndar bûye û efserê bi navê Zuhêr Mihemed canê xwe ji dest daye û 7 pêşmergeyên din ên Hêza Komando ya Kurdistanê birîndar bûne.

Berpirsê Yekeya 70 a Hêza Pêşmerge, Mistefa Çavreş da xuyakirin, “Akam Omer û sê kesên din li Nexweşxaneya Farûq in û di bin çavdêriya pizîşkan de ne, em nizanin tendirustiya wan çawan e lê em hêvî dikin baş bin.”