Li Xarpêtê li ser axa bendavê çandinî tê kirin

19-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber hişkesaliya tund a di 3 salên dawî de, ava Bendava Kebanê ya li navçeya Kebanê ya ser bi parêzgeha Xarpêt a Bakurê Kurdistanê ve bi dehan metreyan vekişiyaye.

Gundiyên li derdora bendavê, li ser bi hezaran donim erdên ku heta sala 2019an di bin avê de bûn garis çandine.

Ruhî Ayerdem cotkarekî herêmê dibêje, “Min 700 donim garis çandiye. Xwedê bike nesîb em dê heta 15-20 rojan paleyiyê bikin. Me di vê heyamê de tenê bi bihayê 2 milyonan mazot xerc kir. Bi pereyên berê 2 trilyon. Ev hemû bo aboriyê sûd e, eger na dê evder vala bimînin.”

Li Bendava Kebanê li ser 15 hezar donim erd av vekişiyaye û gundiyan erdên çandiniyê di nav xwe de li hev par kirine û diçînin. Dahat ji bo wan e, lê eger asta avê bilind bibe û berhemên wan di bin avê de bimînin zerar ji kîsê wan e.

Fetih Aslan cotkarekî din ê navçeya Kebanê dibêje, “Ji ber hişkesaliyê qada bendavê vala bû. Em vê derê diçînin û paleyiyê dikin. Sûda wê bo me, bo cotkaran û bo dewletê heye.”

Bendava Kebanê ya li navçeya Kebanê ser bi parêzgeha Xarpêtê di navbera salên 1965-75an de bi armanca berhemanîna elektrîkê hatiye çêkirin û dirêjahiya rûberê wê 125 kîlometre ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst