Çekdarên Feyleq el Şam darzeytûnên cotkarên Kurd dibirin

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên grûpa Feyleq el-Şam a girêdayî Tirkiyê, darzeytûnên 2 cotkarên Kurd li nehiyeya Raco ya herêma Efrînê birîne û li nav zeviyên wan li şûnwaran digerin.

Çavkaniyeke taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku çekdarên grûpa Feyleq el-Şam, bi Fermandariya Selîl el-Xalidî û Raid Hîşam, darzeytûnên zeviyên herdu cotkarên Kurd Mihemed Soran û Oso Osman li gundê Edama yê ser bi Raco ve bi traksê ji kokê ve derxistine.

Li gor heman çavkaniya ku wêneyê zeviyê bo Rûdawê şandiye, ew zevî li cihekî bi navê Til Nasir in ku cihekî şûnwarî ye.

Çavkaniyê diiyar kir ku çekdarên herdu fermandarên Feyleq el-Şam li pey şûnwaran li wê navçeyê digerin û ji roja 7ê Cotmehê ve bi traksan wî cihî dikolin û darzeytûnên cotkaran têk didin.