Li Agiriyê ji ber mij û moranê çûn û hatin rawestiya

19-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agirî yê Bakurê Kurdistanê 19ê Cotmeha 2021ê piştî baranê di demjimêrên serê sibehê de mij çêbû û bo demekê çûn û hatin rawestiya.

Li gor agahiyan, îro çûn û hatina li ser rêyên navbera Agirî - Erzerom û Agirî- Wanê ji ber mijê demekê rawestiyaye û li cihê bilind ên bajêr jî berf dibare.

Mijê ne tenê li bajêr, lê li gundan jî bandor li jiyanê kiriye û şivanên ku pezên xwe bo çêrandinê derxistibûn zozanan ji ber berf bariya neçar man paşde vegerin.

Li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji ber guherîna keşûhewayê li gor salên borî îsal zûtirîn demsala zivistanê destpê kiriye û ev jî dibe sedem ku hinek zehmetî çêbibin, bi taybetî bo ajeldar û rêwingiyan.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst