ENKS: Îtîlaf li Efrînê pabendê rêkeftin û soza xwe nebû

19-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Niştmaniya ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de binpêkirinên derheqê xelkê Efrînê şermezar kir û ragihand ku Îtlafa Opozisyona Sûriyê pabendî soz û rêkeftina xwe ya li gel wan bo Efrînê nebû.

Rêveberiya Giştî ya ENKSê têkildarî binpêkirinên li hemberî xelkê Efrînê daxuyaniyek da.

ENKS di daxuyaniya xwe de dibêje:  “Li gel destpêkirina werzê berhevkirina zeytûnan, binpêkirin derheqê xelkê li Efrînê zêde dibin, grupên çekdar di dizî, talakirina berheman û ferzkirina bacê li ser xelk û cotkarên Kurd li Efrînê berdewam e ku zêdeyî 25 ji sedî bacê distînin. Herwiha revandin, îşkencedan, kuştin û guherîna demografî jî berdewam e.”

Derbarê rewşa Efrîniyên vegeriyana bo ser mal û warên xwe de ENKS dibêje: “Xelkê Efrînê yên ku li himberî zehmetiyan derketin û vegeriyan gundên xwe rastî lêkolîn û girtinê hatin ew jî weke hewlekê ye bo dubare neçarkirina wan li ser koçkirinê.”

ENKSê eşkere kir ku Îtîlafa Opozisyona Sûriyê li Efrînê pabendê rêkeftin û soza xwe nebûye û got: “Îtilafa Opozisyona Sûriyê, sozên xwe yên derbarê cîbicîkirina rêkeftina li gel me bicih neanî û rêkeftina derbarê belgekirina binpêkirinan û rawestandina wan, cezakirina kesên berpirs û dabînkiirina hêsankariyan bo vegera koçberên Efrînê bo malên xwe binpê kir.”

ENKSê bi tundî wan kiryarên ne mirova yên derheqê xelkê li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê şermezar dike kir û daxwazê ji Tirkiyê, rêxistinên mirovî û yasayî dike ku “erkê xwe yê yasayî” cîbicî bike û sînorekî  ji van tawanan re de deyne.

Herwiha ENKSê daxwaz dike ku ew grupên çekdar ji Efrînê derkevin û xelkê Efrînê vegerin bajarê xwe û bi xwe bajarê xwe birêve bibin.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif jî beşdarî bultena Rûdawê bû û got Îtîlafa opozisyona Sûriyê nikarî rêkeftina li gel ENKSê derbarê nehiştina binpêkirinên li Efrîn û Serê Kaniyê û Girê Spî cîbicî bike.

Feysel Yûsif diyar kir ku hêj binpêkirinên grûpên çekdar li wan navçeyan berdewam in.

Yûsif herwiha diyar kir ku ew hewl didin ku guhertina demografçk a li Efrînê bê rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst