Ahmet Turk di çarçoveya lêpirsîna Kobanî de îfade da: Ez bi destûra walî çûm Kobanî

19-10-2020
RÛDAW
Nîşan Ahmet Turk Kobanî Lêpirsîna Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Turk di çarçoveya lêpirsîna Kobanî de îfade da û bibîrxist ku wê demê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bû û ligel walî alîkarî organize kirine. Ahmet Turk got: “Ez çûm Kobanî, bi destûra Waliyê Riha û Qeymeqamiya Pirsusê çûm û ev lêpirsîn siyasî ye.”

Di çarçoveya `lêpirsîna Kobanî` de ku Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê endam, parlamenterên berê û berpirsên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de daye destpêkirin, îfadeya Hevserokê Şaredariya Bajarê ya Mêrdînê Ahmet Turk jî hat wergirtin ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn.

Ahmet Turk ligel Parlamentera HDPê Pero Dundar, endamên partiyê û parêzerên xwe hat Dadgeha Mêrdînê û bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBIS)ê îfade da Dadgeha Enqerê. Ahmet Turk piştî îfadeya xwe de ji dadgehê derket.

Di vê derbarê de Parlamentera HDPê Pero Dundar got: “Ji xwe qedexeya derketina derve ya Ahmet Turk hebû. Di vê dozê de jî daxwaza qedexe derketina derve hat kirin. Ji ber pirsgirêkên tendirûstî Ahmet Turk ji dadgehê derket û dê parêzerên wî doze bişopînin.”

Di danişînê de ji Ahmet Turk pirsên wek parvekirinên ser medya civakî yên Navenda Giştî ya HDPê di 6-8ê Cotmehê de, daxuyaniya ji aliyê Encûmena Navendî ya HDPê ve hatibû dayîn, daxuyaniyên di 20ê Îlona 2014an de dabûn çapemeniyê û piştî bidawîbûna şer û pevçûnan cîhgirtina wî di nav wê şandê de ku çûbûn bajêr hatin pirsîn.

Ahmet Turk di îfadeya xwe de bibîrxist ku bi agahdariya dewletê çûne Kobanî û got: “Ez sala 1973an ketim parlamentoyê. Min 6 geran parlamenterî kir. Min di jiyana xwe de li ser wê yekê kar kiriye pirsgirêk bi çareseriyên demokratîk bên çareserkirin. Bi sedan car derketim bernameyên televizyonan. Min daxuyanî dan. Li vê derê li ser şareseriya demokratîk û aştiyane pêdagir bûm. Min bi hezaran car got ku tundûtûjî pirsgirêkan çareser nake. Li Kobanî karesatek hebû. Zêdeyî 15 hezar koçber hatine wê derê û ji bo alîkariya koçberan ne tenê me daxuyanî dan, dewletê bi xwe jî di vî warî de alîkarî kir. Herwiha me ligel Waliyê Mêrdînê alîkarî organize kir.  Di vî warî de daxuyaniyên min hene lê li ser wê yekê bûn xelk hevkariyê bike. Ez wê demê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bûm. Ne di Encûmena Navendî de bûm. Daxuyaniyên Encûmena Navendî min ji medyayê bihîstin.”

Ahmet Turk da zanîn ku bi destûra Waliyê Riha û Qeymeqamiya Pirsusê çûye Kobanî û got: “Serdanek bû bizanin rewş çawa ye û çend avahî hatin rûxandin destnîşan bikin. Me ev serdan ligel grûpeke 10-15 kesî kir. Em bi destûr çûn wê derê. Serdanek bû em bizanin ka dikarin çi alîkariyekê bikin, ne serdanek bû berpirsên rêxistinê bibînin an ligel KCKê hevdîtinan bikin. Tenê me rewş nirxand û hinek merivên li Kobanî mabûn pêşwaziya me kirin, ji bo rewşê bibînin û bizanin dikarin çi bikin çûm, mesele hemû ev e.” Ahmet Turk dema ji dadgehê jî derket got, piştî 6 sal vekirina dozeke wiha biryareke siyasî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst