Kurdistan
Karwanê Heyva Sor a Kurdî û rêxistineke mirovî ya amerîkî duh ber bi Serê Kaniyê ve bi rê ketibû
Hewlêr (Rûdaw) - Ew karwanê mirovî ku ji bo hawarçûnê berû Serêkaniyê çûbû ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê hatiye dorpêçkirin.
Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku karwanê mirovî yê ku berû Serê Kaniyê çûbû li ser rê hatibû rawestandin û rê bo nehatibû dayin ku bigihêje Serê Kaniyê.
Dema ku karwanê mirovî xwestiye ku vegere Til Temir, grûpên çekdar riya vegerê jî lê girtiye û niha ew karwan ji aliyê grûpên çekdar ve dorpêç kiriye.
Karwanê mirovî ji tîmên Heyva sor a Kurdî û rêxistineke mirovî ya Amerîkî pêk tê û xwestibû ku dermanan bigihînin Serê Kaniyê û birîndaran veguhêzin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse