VÎDEOGRAFÎK - Ragirtina firotina çekan bo Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, gelek welatan firotina çekan ji bo Enqerê rawestandin.  Di nava wan welatan de gelek welatên NATOyê jî hene. Ev cara yekemîn e tiştekî wiha rû dide ku welatekî NATO, çekan nefroşe welatekî din yê NATOyê.

Di navbera salên 2008-2018an de  8 mîlyar û 341 Trend Întî Keyter Valyo çek ji bo Tirkiyê hatine firotin. Welat, li şûna Dolar û Euro çekan bikirin û bifroşin, bi Trend Întî Keyter Valyo  bazirganiya çekan dikin.

Di nav welatên firotina çekan bo Tirkiyê rawestandine de berî herkesî Alman tê, berî 2 rojan Angela Merkel got ew êdî çekan nafroşin Tirkiyê, di nava wan çekan de tanka Liyo Pard heye, ku di navbera 2008-2018 bi qasî 782 mîlyon Trend Întî Keyter Valyo  Almanya çek firotibûne Tikriyê.

Piştî Almanya Îtalya tê, 766 mîlyon  Trend Întî Keyter Valyo  bû. Piştre Îspanya  729 mîlyon  Trend Întî Keyter Valyo , Hollanda mîlyon 267, Trend Întî Keyter Valyo  Brîtanya mîlyon 77 . Trend Întî Keyter Valyo  Kanada 28 mîlyon Trend Întî Keyter Valyo, Frensa 23 mîlyon Trend Întî Keyter Valyo , Norwêc 12 mîlyon Trend Întî Keyter Valyo  Danîmarka 9 mîlyon Trend Întî Keyter Valyo  wan welatan hemûyan biryar dane ku êdî çekan nefroşin Tirkiyê.

Ji xeynî wan welatan çend welatên din jî biryar dane ku êdî çekan nefroşin Tirkiyê, yek ji wan Amerîka ye di navbera 2008-2018 yanî di 10 salan de, 3 mîlyar û 820 mîlyon Trend Întî Keyter Valyo , piştre Koreya Başûr bi hezar û 11 mîlyon Trend Întî Keyter Valyo, piştre jî Îsraîl tê, 549 mîlyon Trend Întî Keyter Valyo, Çîn bi 175 mîlyon Trend Întî Keyter Valyo , Siûdiye 62 mîlyon û  Rûsya 32 mîlyon Trend Întî Keyter Valyo çek firotibûne Tikriyê.