HSD: Ji biryara agirbestê ve 13 şervan û 5 sivîl şehîd bûne

19-10-2019
RÛDAW
Nîşan Kîno Gebriyel Çarenivîsa Rojava Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê HSDê Kîno Gabrîel ragihand ku piştî biryara agirbestê û heta niha 13 şervan û 5 sivîl di êrişên Tirkiyê û grûpên çekdar de canê xwe ji dest dane.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîel, aşkere kir ku tevî biryar û rêkevtina agirbestê jî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.

Kîno Gabrîel aşkere kir ku ji roja u agirbest ket warê cîbicîkirinê, şervanên HSDê di hemû sengeran de ketine rewşa xweparastinê û ti çalakî an jî êriş li dijî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar encam nedane.

Berdevkê HSDê dibêje li derdora Serê Kaniyê şer û pevçûn hinekê sivik bûne û dibêje, “Lêbelê tevî vê yekê jî topbaran û êrişên artêşa tirk ên bi rêya balafirên bêpîlot û herwiha êrişên grûpên çekdar berdewam dikin. Di van êrişan de heta niha 13 şervanên me û 5 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.”

Kîno Gabrîel bang li aliyê agirbestê û herwiha aliyên ku beşdar û peywendîdar in di vê agirbestê de kir ku pabendî  agirbestê bin û ragihand, “Mafê me heye ku bersiva her êrişeke li ser hêzên me bidin.”

Şandên Amerîka û Tirkiyê di civînên li Enqerê gihiştibûn rêkevtinekê û li gor wê bo heya 120 demjimêran agirbest hatiye ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst