Ayhan Bîlgen: Eger heye ku Demirtaş bê berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Serokê Fraksyona HDPê li Parlamentoya Tirkiyê, Ayhan Bîlgen ragihand, eger heye ku berî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Demîrtaş were azadkirin.


Ayhan Bîlgen di bernameyekî televizyonî de li ser rewşa Demirtaş axivî û da zanîn ku ew li benda Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ne, daku derarê Demirtaş de biryara xwe bide.

 

Bîlgen diyar kir, egera wê yekê heye ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê derbarê hevserokê berê yê partiya wan Selahattin Demirtaş de biryara azadkirinê bide û got: “Lewra dibe berî DMMEyê biryara azadkirinê bidin.”

 

Bîlgen destnîşan kir, renge rayedarên hikûmeta Tirkiyê berî ku biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê derkeve, hizir li azadkirina Demirtaş bikin û da xuyakirin: “Derbarê girtinê de em li bendê ne Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryareke erênî bide. Lewra berî DMMEyê eger heye bîr li berdana Demirtaş bikin.”

 

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş di 4ê Mijdara sala 2016ê de hatibû girtin û 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê jê re hatibû dayîn. Demirtaş niha li zîndana Silivrî ya Edirneyê girtî ye.